Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
mehsa emînî - tirşik
mehsa emînî

Navê mijarê ya ewil ev bû:mirina mahsa amini di nezaretxaneyê de
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. mirina jinikeke kurd a bi navê mehsa emînî a 22 salî li îranê ye. bo dîtina merivên xwe yên li Tehranê, ew û malbata wê tev ji herêma kurdistanê rabûne û bi rê ketine. ji ber sedema cil û bergên ku li xwe kiriye, mehsa emînî ji aliyê polêsên ehlaqê ve ji bo nezaretê hatiye girtin. qasî ez zanim ew pêvajo tişteke basît e, polêsên ehlaqê te hişyar dikin, temî li te dikin, şûn de serbest dihêlin. îcar piştî nezaretxaneyê, wê serbest nahêlin, dişînin nexweşxaneyekê. mehsa emînî di roja sêyem de li nexweşxaneyê dimire bi sedemeke nediyar. dibêjin polês lê xistine loma miriye.

(theguardian.com) Here lînkê

(Xwebun.org) Here lînkê



17.09.2022 16:47 ~2022.09.18 22:41 | mirovekirind

2. dibe sedema şermezarkirin û protestoyan li bajara jinikê. (bnr: seqiz)

hikûmeta îranê naxwaze kes beşdarî cenazeyê bin. dîsa jî bi sedan kes diçin seqizê, beşdarî cenazeyê dibin û hinekan li dijî hikûmetê sloganan davêjin.

(theguardian.com) Here lînkê



17.09.2022 17:20 | mirovekirind

3. Bûyera ku mirov ji mirovan û ji baweriya wan û ji jiyanê sar dike. Li jêr ez ê nîşeyekê binivîsim lê ne ku hûn bêjin tu ji bûyerê bêtir li ser vê mijarê sekinîyî. Min têra xwe bertek da wê bûyerê li ser medya civakî. Nalet li wan û baweriya wan û pergala wan û dewleta wan bê û zilma li me dikin bila were serê wan jî.

Dixwazim vê lê zêde bikim: paşnavê wê emînî ye, ne amini ye. Ji ber ku ew wek îngilîzî dixwînin loma wek amini dinivîsin. Divê em baldar bin ji ber ku di tirkî de peyveke mistehcen tîne bîra mirov û ji xwe hewce nake ji we re qala tirka bikim. Bila ji wan re malzeme dernekeve. Mînak li jêr e




17.09.2022 21:45 | xabûrî

4. (bnr: jîna emînî)



22.10.2023 16:53 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehsa emînî

Kategoriyên mijarê:: tekili hiquq tekili hiquq tekili hiquq kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî